• Saturday, 21 February 2026
logo

Salih Mûslim bang li Hevpeymaniya Navdewletî kir: Bêdeng nemînin!

Gulan Media April 25, 2017 Nûçe
Salih Mûslim bang li Hevpeymaniya Navdewletî kir: Bêdeng nemînin!
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mûslim derbarê êrîşa firokeyên şer ên Tirkiyê ya liser Şingal û Rojavayê Kurdistanê ji hêzên hevpeymaniya Navdewletî daxwaz kir, ku li hember Tirkiyê helwest nîşan bidin.

Salih Mûslim ji News Channelê re axivî û got: “Tirkiye ev demek e hêzên xwe liser sînor bicîh dike. Ji vê jî diyar bû, ku dê êrîşê Rojava bikin. Jixwe sînor dihate bombebarankirin. Em li hêviya vê êrîşê bûn. Lê bi van êrîşan nikarin gelê Kurdistanê bitirsînin.”

Mûslim bang li Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê jî kir û diyar kir; Pêwîste hevpeymaniya Navdewletî li dijî van êrîşan helwesta xwe nîşan bide. Ji piştê ve li hêzekê didin ku ew hêz li dijî terorîzmê têdikoşe.”

Firokeyên Artêşa Tirkiyê şevê din li Çiyayê Şingalê baregahên YBŞê û yên pêşmergeyan bombebaran kirin û di encamê de 5 pêşmerge şehîd bûn, 9 pêşmerge jî birîdnar bûn.

Firokeyan herwiha li Dêrîka Rojavayê Kurdistanê jî baregaha leşkerî ya YPGê kirin amanc.

Rudaw
Top