• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî: Dijmin xwest bi wêran kirina Qeladizê îradeya xelk bişkîne

Gulan Media April 25, 2017 Nûçe
Serok Barzanî: Dijmin xwest bi wêran kirina Qeladizê îradeya xelk bişkîne


Serokê Kurdistanê bi minasebeta 43 saliya bordiman kirina Qeladizê ji aliyê rejîma Bes ya hilweşiyayî ve peyamek pêşkêş kir ku ew jî tekesta vê ye;
Bi navê xwedê mezin û dilovan
Di salvegera bordiman kirina bajarê Qeladizê û zanîngeha Silimanî di çarê nîsana 1974an de, silavên xwe pêşkêşî rihê paqêjê şehîdên karesata han û tevahiya şehîdên Kurdistanê dikin.
Qeladizê sembola berxwedan û îradeya bihêz ya Kurdatiyê ye û dijmin xwest bi bordiman kirin û wêran kirina Qeladizê û veguhastina şêniyên Qeladizê îradeya xelk bişkîne û jiyan û şoreşgerî li vê deverê ji nav bibbe lêbelê şêniyên Qeladizê bi jiyan û awedan kirin li hember dijmin liber xwe dan û di encam de îradeya jiyandostî û awedan kirinê li hember wêrankarî biser ket.
Silav bo berxwedan û qehremaniya xelkê serfiraz yê Qeladizê.
Top