Erdogan: Ermen û Tirkan hezar salî bi hev re mane
Erdogan, bo merasîma Patrîkxaneya Ermeniyên Stenbolê peyamek şand û got, Ermeniyên Osmaniyan ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de canê xwe jidest dane îsal jî bi rêzdarî bibîr tîne û bo malbatan jî sersaxiyê dixwaze.
Erdogan da zanîn, xelkê Ermen û Tirk hezar sal, di ser vê erdnîgariyê de milbimil mane û dîrok û çandeke hevpar parvekirine.
Erdogan got, ew nahêlên zext û fişar li ser yek welatiyekî Ermenî bê kirin û amade ne ku hemû xizmetguzariyan bo welatiyên xwe bikin.
K24
