• Saturday, 21 February 2026
logo

Wezareta pêşmerge: Bombebarana cihên pêşmerge ji alîyê Tirkîyê ve nayê qebûl kirin

Gulan Media April 25, 2017 Nûçe
Wezareta pêşmerge: Bombebarana cihên pêşmerge ji alîyê Tirkîyê ve nayê qebûl kirin
Wezareta pêşmerge berî demekî kêm, ragîhandinek li dor bombebarana cihên pêşmerge li Şingalê belav kir û ragîhand; wê bombebaranê zîyan û wêrankarîyeka mezin gihandîye.

Helgurd Hikmet, peyvdarê wezareta pêşmeger di beyanekê da ragîhand; cihê daxê ye, bombebarana Tirkîyê, li Şingalê, zîyan û wêrankarî gihandîye, 5 pêşmerge şehîd kirine û 9ê din jî birîndar kirine, tekez kir jî; bombebaran kirina cihên pêşmerge ji alîyê frokeyên Tirkîyê ve bi çi rengekî qebûl nakin.

Di ragîhandina wezareta pêşmerge da hatîye; hemû pirsgirêkên nawçeya Şingalê ji egera hebûna PKKê ye li wê nawçeyê, herwesa daxwaz jî kir ji çîyayê Şingalê derkevin, her wek pêştir çend caran ew daxwaz hatîye kirin û PKKê gohdarî nekirîye.

Herwesa daxwaz jî ji PKKê kir hêzên xwe ji çîyayê Şingalê û derdorên wê vekêşîne û nebin egerê ne aramî û alozkirina pirsên deverê.

War.tv
Top