• Saturday, 21 February 2026
logo

Firokeyên Tirkiyê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin

Gulan Media April 25, 2017 Nûçe
Firokeyên Tirkiyê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin
Firokeyên şer ên Tirkiyê şevê din 25-04-2017, li Dêrîka Hemko baregahên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên li Qereçoxê bomberan kirin û hate gotin, ku şehîd û birîndar hene.

Fermandariya Giştî ya YPGê ragihand, demjimêr 02.00ê şeva Sêşemê 25-04-2017, firokeyên şer ên Artêşa Tirkiyê, li herêma Qereçoxa Dêrîkê, Navenda YNKê dane ber bombeyan.

Fermandariya Giştî ya YPGê da zanîn, ku li Qereçoxê Navenda Çapemeniya YNKê û Navenda Ragihandinê, herwiha saziyên leşkerî heye.

Li gorî daxuyaniyê di encama êrîşê de şehîd û birîndar hene û navê wan dê paşî were eşkerekirin.

Di daxuyaniya YPGê de hate gotin, ku Radyoya Dengê Rojava jî bûye armanca êrîşan û kesên sivîl jî birîndar bûne.

Rudaw
Top