• Saturday, 21 February 2026
logo

DAIŞ daxwaza lêborînê ji Îsraîlê dike

Gulan Media April 24, 2017 Nûçe
DAIŞ daxwaza lêborînê ji Îsraîlê dike
Wezîrê bergîriyê yê Îsraîlê yê berê Mûşî Yalûn ragihand, DAIŞê yek carê bi şaşbûn teqe li Îsraîlê kir û DAIŞê yekser daxwaza lêborînê kir.

Kenala dehem ya Îsraîlê li ser zarê wezîrê Asayiş û bergîriyê yê Îsraîlê yê berê Mûşî Yalûn belav kir, DAIŞê ji Sûriyê ve yek carê teqe li navçeya Colanê ya di bin destê Îsraîlê de kir û yekser jî daxwaza lêborînê kir.

Yalûn amaje bi bi bûyera şeva 21 Nîsanê kir û got, gelek caran teqa li Îsralê ji aliyê artêşa Sûriyê ve li Colanê tê kirin, lê DAIŞê tenê carekê bi şaşbûn teqe kir û piştre jî daxwaza lêborînê kir.

Wî berpirsê berê yê Îsraîlê amaje bi wê yekê jî kir, Îranê li pişt wan êrîşên ku li dijî Îsraîlê tên kirin e û DAIŞê ti caran êrîşî wan nekiriye.

Îsraîlê ragihandibû, şeva 21 Nîsanê 3 mûşek ji Sûriyê ve li bilindayên Colanê ketibûn, bêyî ku ti ziyan encam bidin.

Îsraîlê jî îro navedeke “Hêzên Beraveniya Niştimanî” a ser bi rêjîma Sûriyê li ser leşkergeha Kaniya Fewar li başûrê Quneyterê bombebaran kir, di encamê de 3 leşker hatin kuştin.

K24
Top