Macron yan Le Pen wê serokatîya Frensa bike
Li gorî encamên fermî ku wezareta navxwe ya Frensa belav kirîne; zêdetir ji sedî 80 ya gelê Frensa çûne ser sindoqan û Emmanuel Macron, endamê hewla pêşverû ji sedî 23.7 den bi dest xistîye û Marine Le Pen, ji sedî 21.5 dengan bidest xistîyer û herdû berbijar derbazî qonaxa duwê ya hilbijartinan bûn.
Enwa Hamon û Franiswa Fyon, her du berbijarên serneketin û daxwaz ji alîgirên xwe kirin, di gera duwê ya hilbijartinan da, dengên xwe bidin Emmanuel Macron û hemû dijî Marine Le Pen yek bin.
War.tv
