• Saturday, 21 February 2026
logo

Enbar: Daişê 9 serbaz kuştin û 18 revandin

Gulan Media April 24, 2017 Nûçe
Enbar: Daişê 9 serbaz kuştin û 18 revandin
Rêkxistina terorîstîya Daişê li nawçeya Rutbe ya rojavayê Enbar êrîşî hêzên Îraqê kirin, 9 serbaz kuştin û 18 jî revandin.

Jêderekî ji fermandarîya operasyonên Enbar ragîhand; 4 trumbêlê zêrevanên sînorî yên Îraqê ketine pusuya Daişê li sînorê Rutbe, 9 ji wan hatine kuştin û 18 jî hatine revandin.

Jêderî aşkere kir; terorîstên Daişê êrîşî ser 4 trombêlên veguhestina serbazan kir û du trombêlan û bi 16 serbaz ve di gel du şofêrên sivîl revandin û birine cihekê nedîyar.

Heta niha hindek deverên rojavayê Enbarê li jêr kontrola rêxistina terorîstîya Daişê dane, piştî ji bajarên serekî weku Fellûce û Remadî hatine derxistin, berdewam jî êrîşan dene li xalên sînorî yên Îraqê.

Rudaw
Top