• Saturday, 21 February 2026
logo

Namzedekî serokatiya Fransa: Kurd hêjayî dewletek serbixwe ne

Gulan Media April 23, 2017 Nûçe
Namzedekî serokatiya Fransa: Kurd hêjayî dewletek serbixwe ne
Dengdana hilbijartinên serokatiya Fransayê didome û namzedek jî dibêje, eger bibe serokê Fransa dê piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike.

Îro danê sibê li seranserî Fransa, dengdana hilbijartinêna serokatiyê dest pê kir. Di hilbijartinên vê carê de 11 namzed hevrikiyê dikin. Yek ji wan namzedan Nîkolas Dupon Înan e ku kesekî rastgir e.

Nîkolas Înan di xebatên xwe yên hilbijartinên de gotibû, eger bi ser ket û bû serok dê piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike ji ber ku gelê kurd hêjayî wê ne bibin xwedan dewleta xwe.

Wî namzedê serokatiya Fransa pesnê Pêşmerge jî dabû û gotibû, Pêşmerge û gelê Kurdistanê bi mêrxasî û qehremantiya ku di şerê DAIŞê de nîşan dan îsbat kirin ku hêjayî wê ne bibin xwedanê dewleta xwe.

Di navbera Fransa û gelê Kurdistanê de dostaiyek qedîm heye. Sala 1991, serokê wê demê Fransa Franswa Mîteran û hevjîna wî Daniyel Mîteran, di çêbûna herêma dijîfirrîn li Başûrê Kurdistanê rolek girîng îstin. Ji ber xebat û hevkariya wan, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji Daniyel Mîteran re dibêje “Dayîka Kurdan”.

Serokê niha yê Fransa Franswa Hollande, ji destpêka şerê DAIŞê de heta niha 2 caran hatiye Kurdistanê û piştevaniya xwe bo Kurdistanê nîşan daye.

Hollande di hilbijartinên vê carê de nebûye namzed. Cara yekemîn e li Fransa tiştekî wiha dibe.

basnews
Top