• Saturday, 21 February 2026
logo

YNK û PDK bi serokatiya Barzanî civiyan

Gulan Media April 23, 2017 Nûçe
YNK û PDK bi serokatiya Barzanî civiyan
Civîna YNK û PDKê li ser referandoma serxwebûna Kurdistanê dest pê kir. Civîn bi serokatiya Barzanî tê kirin.

Qasekî beriya niha civîna YNK û PDKê li navçeya Pîrmam ya Hewlêrê bi serokatiya Serok Barzanî dest pê kir.

Li gorî agahiyên BasNewsê, di civînê de referandom, nexşerêya YNKê û pêwendiyên navbera YNK-Gorran û PDKê tên axaftin.

Şanda PDKê ji Sekreterê Polîtburoyê Fazil Mîranî û endamên polîtburoyê Mesrûr Barzanî, Hoşyar Zêbarî, Roj Nûrî Şawês û Azad Berwarî pêk hatiye, şanda YNKê jî cîgirê sekreterê giştî Kosret Resûl Elî, berpirsê polîtburoyê Mela Bextiyar û endamên polîtburoyê Qadir Hemecan, Omer Fetah, Aso Mamend û Rizgar Elî pêk hatiye.

Basnews
Top