Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Rewta Sedir kir
Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraq û rewşa meydaniya bereyên şerê dijî terorîstan li Musil xistin ber behs. Her wiha ronahî xistin li ser hemahengî û karê hevbeşê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Artêşa Iraqê ku serkeftineke mezin li beranber terorîstan da pêkhatiye.
Li beşekî dinê civînê de şanda mîhvan dîtin û nêrîna Rewta Sedir ya li ser proseya siyasiya Iraqê û qonaxa piştî Da'îş û hilbijartinên paşarojê ya Iraqê xisterû.
Her li vê civînê de ji bilî balkişandina li ser hebûna prensîbên baweriyê û payendbûna bi peymanên li navbera wan de, tekez li ser peywendî û hemahengiya di navbera her dû aliyan ya li qonaxa paşarojê de kirin.
