Rojnamevanekî Rojavayê Kurdistanê: Li Rojava rojnamevan di bin guvaşa PKKê de ne
Rojnamevanê Rojava û mamostayê zankoyê Rezwan Badînî bi helkefta 119emîn salvegera rojnamevaniya kurdî ji BasNewsê re axivî û behsa rewşa rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê kir.
Rezwan Badînî got ku li Rojavayê Kurdistanê rewş aloz e, tiştek zelal û ronî nîne. Hebûna çekdaran guvaşek mezin dixe ser rojnamevanan ji ber wê jî nikarin bi awayekî asûde karên xwe bikin.
Wî rojnamevanê Rojavayê Kurdistanê anî ziman ku naxwaze yekser navê PYD û PKKê bîne û got, niyet û siyaseta wan hêz û partiyan cuda ye. Her çiqasî bixwazin astengiyê li pêşiya rojnamevanan daynin lê nikarin tevahiya deriyan li hember wan bigirin û mafên wan bipê û qorix bikin.
Li gorî wî rojnamevanê Rojavayê Kurdistanê, rewşa ku niha li Rojava heye dê heta hetayî wisa nemîne.
Basnews
