Hikûmeta Kurdistanê roja rojnamevaniya kurdî li rojnamevanan pîroz kir
Îro 22 Nîsanê ye, 119 sal bi ser derketina rojnameya “Kurdistan” re derbas dibe. Her sale v roj wek roja rojnamevaniya kurdî tê pîrozkirin.
Hikûmeta Kurdistanê bi vê helkeftê peyamek belav kir. Di peyamê de ku nusxeyek ji BasNewsê re hatiye şandin, salvegera rojnamevaniya kurdî û derketina rojnameya Kurdistan li hemû rojnamevan û medyakarên Kurdistanê hatiye pîrozkirin, xwedan û berpirsê yekemîn rojnameya kurdî “Kurdistan” Mîqdad Midhet Bedirxan û hemû rojnamevan û medyakarên kurd yên ku di rêya xebatê de jiyana xwe ji dest dane, her wiha yên ku di şerê DAIŞê de şehîd bûne, hatine bibîranîn.
Di peyama hikûmetê de hatiye gotin ku hikûmet bi hemû hêza piştevaniya maf û azadiya rojnamevanan û karên rojnamevaniyê dike û daxwaz ji rojnamevan û medyakaran hatiye kirin, heta ji destê wan tê pirofesyoneltir kar bikin.
Hikûmeta Kurdistanê di beşeka din ya peyama xwe de kêfxweşiya xwe li hember asta geşbûn û pêşketina rojnamevaniya kurdî aniye ziman û ragihandiye, rojnamevanî jî mîna her sektoreka jiyanê di pêşketinê de ye. Medyaya kurdî van salên dawiyê bi taybet di rûmala şerê DAIŞê de xwe baş nîşan da û hinek caran bû çavkaniya medyaya cîhanî jî. Ev jî mirov kêfxweş dike û dibe sebeba şanaziyê.
Basnews
