• Sunday, 22 February 2026
logo

WASHINGTON - Nûnerên Kurdistan û Iraqê ji bo dozen dijî hev xebatê dikin

Gulan Media April 22, 2017 Nûçe
WASHINGTON - Nûnerên Kurdistan û Iraqê ji bo dozen dijî hev xebatê dikin
Di panela ji nûve avadankirina Iraqê ya li Washingtonê de Balyozê Iraqê amaje bi yekparçebûna xaka Iraqê kir lê Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara referandûma serxwebûnê bibîr xist.

Li Washingtonê derbarê avedankirina Iraqê de panelek di bin navê “Em çawa welatê wêranbûyî Iraqê ji nûve ava bikin?” hate sazkirin.

Di panelê de balyozê Iraqê li Amerîkayê ragihand, ku ew dixwazin îraqî bi hemû pêkhateyên xwe ve xwedî li pêvajoya siyasî derbikevin. Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Beyan Samî Ebdurehman jî ragihand, yek parçeyiya Iraqê ne xewna hemû rûniştivanên vî welatî ye û kurdan biriyar daye îsal giştpirsiya serxwebûnê encam bidin.

Balyozê Iraqê li Washingtonê Ferîd Yasîn, ku li dewsa kurdekî feylî nû bûye balyozê Iraqê, axivî û got; “Em dixwazin bi tevahî pêkhate û kêmîneyên xwe ve beşdarî proseya siyasî bibin û xwedî lê derbikevin.”

Piştî van axaftinan rêxera konferansê mafê axaftinê da Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê Beyan Samî Ebdurehman. Wê jî bi zaraveya brîtanî ji beşdaran re got, ku yekparçebûna xaka Iraqê ji bo hemû iraqiyan ne xewn e.

Beyan Samî Ebdurehman got; “Em dixwazin îsal referandûma serxwebûnê lidarbixin. We behsa gelek tiştan kir, dê mijara referandûmê di nav van gotinên we de çawa cih bigre?”

Ji ber çi Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê civînê de ev mijar anî ziman?

Li ser vê yekê jî Beyan Samî Ebdurehman ji Rûdawê re got; “Di konferasnê de bi seetan behsa Iraqê, paşeroja Iraqê û pêwendiyên wî yên ligel cîranan dikin lê ti kes behsa referandûma Kurdistanê nake. Ev jî ji bo min pir ecêb bû.”

Pirsa vê nûnera kurd beşeke ji wê hewla navdewletî, ku serkirdetiya kurd ji bo pêşvebirina pirsa serxwebûnê daniye pêş xwe. Tişta ku di vê konferansê de pêk hat jî eşkere dike, ku êdî kurd bi şermokî behsa serxwebûnê nakin. Ligel wan kesên ku naxwazin peyva “serxwebûnê” bibhîsin jî behs dikin.

Di panelê de hinek axaftin bi tundî li dijî serxwebûna Kurdistanê bûn.

Pisporê yasayên navdewletî ya Navenda Trends Richard Berkel ji Rûdawê re got; “Di vê qonaxê de me navê bi ti awayî grub, komele an jî dewlet perçe bibin. Çimkî ev yek li dewsa aramiyê zêdetir aloziyê bi xwe re tîne.”

Hinek beşdaran jî nêrîneke piştgirî û dostaniya ji bo kurdan anîne ziman.

Endamê berî yê Kongreya Amerîkayê Wilhelm Inyart jî got; “Pir pir giring e, ku eger kurd bixwazin bibin beşek ji Iraqê an jî bibin xwediyê dewleta serbixwe, divê biryareke bi hêz li ser paşeroja xwe bidin.”

Biryare îsal li Başûrê Kurdistanê referandûma serxwebûnê were encamdan. Eger Kurdistan biryara cihêbûnê bide, dê piştgiriya Washingtonê weke oksîjen giring be. Beyan Samî Ebdurehman vê yekê dizane û ji bo bidestxistina vê piştgiriyê kar dike.

Rudaw
Top