El Hekîm: referendûma Serxwebûna ya yek alî em nasnakin!
El Hekîm di daxûyaniya xwe ku dayî Reuters de, diyar dike ku : “Ger Kurd referendûmek weha encamp bidin, ew dê yek alî be. Ez bawer dikim ku, tu caran kişandina sînoran bi xwînê sernekeftiye û li Iraqê jî dê encamek erênî nebe”.
Milişyaên Şîa yên nêzîkî Îranê gotibûn ku, ger Kurd pêngava referendûmê bavêjin, dê nehêlin Kurd li deverên derveyî herêma Kurdistanê, referendum lidar bikeve. Lê, ji aliyê xwe ve El Hekîm dibêje ku, “ew bawer nake pirsgîrêka di navbeyna Hewlêr û Bexdayê bigihije dijberiyek şerkar”.
K24
