• Sunday, 22 February 2026
logo

Peyama Serok Barzanî ya ji bo 119. salvegera Rojnamevaniya Kurdî

Gulan Media April 22, 2017 Nûçe
Peyama Serok Barzanî ya ji bo 119. salvegera Rojnamevaniya Kurdî
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta 119. salvegera derçûna yekem rojnameya Kurdî û roja rojnamevaniya Kurdî û 19. salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamenivîsên Kurdistanê, pîrozbahiyê li hemû medyakar û rojnamevan û Sendîkaya Rojnamenivîsên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.

Cihê şanaziye ku li welatê me da rojnamevanî û karê medyayî li sayeya azadî û berfirehiya siyasî gihîştiye qonaxeke baş. Eve jî derfeteke ji bo wê yekê ku rojnamevanî bibê sedemeke girîng ji bo geşepêdana kultûrî û hişyariya siyasî û civakî li nav xelkê Kurdistanê da. Li heman demê de jî rojnamevaniya Kurdî sekoyekî girîngê gihandina peyama gelê Kurdistanê û mafên wê yê rewa bê ji bo hemû cîhanê.

Cihê xwe de ye ku li vê helkeftê de destxweşiyê li medyakar û rojnamevanên Kurdistanê bikim ku li qonaxên cûda cûdayên jiyana gelê me zehmetekî zêde kişandiye û cihê destê wan diyare. Bi heman awayî jî li şerê dijî terorîstên Da'îş û li pîşandana nûçeyên ceng û qehremaniya Pêşmerge roleke ber bi çav dîtiye û qurbanî jî daye. Eve jî dûpat dikim ku piştevanê mafên rojnamenivîsanim û pêwîste rewşa rojnamevaniya Kurdî li hemû rûyek ve berev pêşve hengavan bavêje.

Niha ku xebat û qurbanîdana gelê me gihîştiye qonaxekî hestiyar û yek alîker ve daxwaz ji rojnamenivîsên xweşdiviyên Kurdistanê dikim dûrî her cûre întîmayekî siyasî qelem û hizir û şiyanên xwe bixin ger ji bo palpiştîkirina proseya referandûm û serbixweyiyê. Ji ber ku serbixweyî mulkê hemû Kurdistane û proseyeke ji bo pêşketina gelê Kurdistanê û berqerarbûna aştiya li navçeyê.

Mesûd Barzanî
21.04.2017
Top