• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Parîsê êrişa çekdarî: 2 polîs hatin kuştin

Gulan Media April 21, 2017 Nûçe
Li Parîsê êrişa çekdarî: 2 polîs hatin kuştin
Li paytexta Fransayê bajarê Parîsê êrişeke çekdarî pêk hat û li gorî agahiyan, di encama êrişê de 2 polîs hatin kuştin.

Li gorî zanyariyan, îşev pênşembiyê li bajarê Parîsê 2 çekdaran êrişî Polîsan kirine.

Polîsê Fransa di destpêka bûyerê de ragihand, 2 kesên çekdar li cadeya Champs Elysee teqe li polîsan kirine û di encamê de polîsek hatiye kuştin û polîsek jî birîndar bûye.

Herwiha Polîsê Fransa daye xuyakirin, ku polîsan bersiva teqeya kesên çekdar daye û di encamê de êrişkarek hatiye kuştin.

Êrişkarê ku hatiye kuştin, bi çeka Klaşînkof teqe kiriye û heta niha nasnameya wî nehatiye zanîn.

Ji aliyekê din ve Berdevkê Wezareta Navxwe ya Fransa di daxuyaniyekê de ji rojnamevanan re ragihand, polîsê ku di êrişê de birîndar bibû, canê xwe ji dest daye.

Bi vî awayî hejmara kuştiyên êrişa îşev a li Parîsê, bo 2 kesan zêde bû.

Polîs herwiha daxwaz ji welatiyên Parîsê kiriye, ku li cadeya Champs Elysee û cihên giştî hatinûçûnê nekin û dernekevin derve.

Piştî êrişê hejmareke zêde ya polîsan li ser cadeyên sereke yên Parîsê hatin belavkirin û cadeya Champs Elysee jî li ser hatinûçûnê hat daxistin.

Polîs ragihandiye, ew guman dikin ku êrişa îşev a li Parîsê terorîstî be.
Êrişa îşev di demekê de ye, ku roja yekşembiya heftiya bihê dê hilbijartinên serokomartiyê li Fransa birêve biçe.

Li Fransayê di heyama 2 salên bihorî de, zêdetirî 230 kes di êrişên terorîstî de hatine kuştin.

Fransa ji sala 2015ê û pê ve di rewşeke taybet re derbas dibe û li wî welatî rewşa awarte hatiye ragihandin.

Rudaw
Top