HSDê plana xwe aşkere kir: Piştî Reqayê, dora Dêra Zorê ye
Şer û pevçûnên giran di navbera HSDê û DAIŞê de li derdora bajarê Reqayê berdewam in, HSDê bajarê Reqa bi giştî xistiye bin dorpêçeke tund ji bo ku rê li ber van çekdaran bigire.
Fermandeyên leşkerî yên HSDê tekeziyê li ser wê yekê dikin ku Hevpeymaniya Navdewletî bi çekên giran û hemû alavên leşkerî alîkariya wan dikin ta ku amade bin ji bo rûbirûbûna DAIŞê di nava bajarê Reqayê de
Hêzên Sûriyeya Demokratîk niha li aliyê başûrê Reqayê şerê DAIŞê dikin.
Di vê qonaxê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk bajarê Reqayê ji derdorê cuda kirine û xistine bin dorpêçeke tund. Êdî çekadarên DAIŞê li vî bajarî ketine bin dorpêçê û derfeta rev û filitînê ji wan re zehmet bûye.
Di vê çarçoveyê de şer û pevçûnên giran, di navbera HSD û çekdarên DAIŞê de diqewimin.
Fermandeyekî HSDê yê bi navê Îsa Mehmûd behsa amadekariyên ji bo şerê girtina Reqayê dike û dide xuyakirin, armanca wan a paşîn girtina Dêrazorê ye.
“Em amade ne rûbirûyî DAIŞê bibin. Niha em ber bi mihwera başûrê Reqayê ve diçin. Piştî Reqayê emê herin Dêra Zorê. Şer û pevçûnên me ligel DAIŞê berdewam in.”
Bi gotina HSDê, Hevpeymaniya Navdewletî jî bi çek û cebilxanyan alîkariyên astbilind dide wan, ji bo ku di zûtirîn dem de, DAIŞê li Reqayê bişikînin, û berê xwe bidine Dêra Zorê.
Fermandeyekî din ê HSDê Hac Ebû Heysem jî li ser amadekariyên xwe bo şer dibêje: “Bajarê Reqayê ji derdorê hatiye qutkirin. Niha şer li başûrê Reqayê diqewimin. Çek û cebilxaneya me gelekî baş in. Morala me bilind e. Em hêvîdar in ku em Reqayê rizgar bikin û berê xwe bidine Dêre Zorê.”
Li başûrê Reqayê şer di navbera herdu aliyan de diqewimin. Armanc jê ew e ku bajarê Reqayê bi tevayî ji destê DAIŞê derkeve. HSD jî piştî wê, berê xwe bide Dêra Zorê.
Rudaw
