• Sunday, 22 February 2026
logo

Brîtanya:Rûsya Esed ji rûxandinê rizgar kir û ew dikare wî ji desthelatê rake jî

Gulan Media April 20, 2017 Nûçe
Brîtanya:Rûsya Esed ji rûxandinê rizgar kir û ew dikare wî ji desthelatê rake jî
Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson ragehand ku, Rûsya Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed ji rûxandinê rizgar kir û ew dikare wî li gor proseyeke siyasî ji nav bibe û li ser desthelatê nemîne, da zanîn ku, derfeta li pêşiya Mosko hê heye.

Di gotarekî xwe de ji rojnameya Telegraph a Brîtanî re Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson ragehand ku, ev demê niha bo Rûsyayê guncawe ku, tevlî Hevpeymaniya Navnetewî li dijî DAIŞê bibe ku, ji 60 welatan pêk tê, divê Rûsya di wê baweriyê de be ku, Welatên Rojava di dawîiyê de wê alîkariya avakirina Sûriyê bikin.

Boris Johnson diyar kir ku, pêwîste Rûsya bi agirbesteke rasteqînî li Sûriyê pabend be û pirsa bikaranîna çekên kîmyawî û bermîlên bombekirî bi dawî bîne, daku, bigehin çareseriyeke siyasî û welatiyên Sûriyê ji zûlma Esed rizgarbikin.

Herwiha Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson di gotara xwe de ji heman rojnameyê re tekez kir ku, Serokê rejîma Esed bi piştgiriya Rûsya û Îranê bi desthilatê girtiye û bi rêya hêza wan her du welatan bajarê Helebê û hemû navçeyên din kontirol kir.

Wezîrê Brîtanî da zanîn ku, ka çawe Rûsa Serokê rejîma Sûriyê ji rûxandinê rizgar kir, ew dikare wî li gor proseyeke siyasî ji nav bibe û li ser desthelatê nemîne, da zanîn ku, derfeta li pêşiya Mosko hê heye.

Basnews

Top