Necmedîn Kerîm: Kerkûk amadeye deng ji bo referandoma herêmê bide
Necmedîn Kerîm parêzgarê Kerkûkê îro di prês konferansekê da got: eger herêma Kurdistanê bixwaze nûnerê Kerkûkê di lijneya referandomê da hebe, ew amadene karê pêdvî biken û di referandomê da xelkê Kerkûkê deng li ser vegerandina ser herêmê bidin.
Li dorî Alayê Kurdistanê jî got: Ala bi çi rengan li Kerkûkê na yê xwar û hikûmeta Îraqê jî eger ya nerazî be, bila li dadgeha federal skalayê tomar bike.
Li gorî zanyarîyên War, di demekî nêzîk da, şandeka hevpişka Partî û Yekîtî, bi merema danustandinê li dor referandom û serxwebûna herêmê û vegerandina Kerkûkê, dê serdana bajarê Kerkûkê bidin û digel civata parêzgehê kombin.
War.tv
