• Sunday, 22 February 2026
logo

Îbrahîm Ceiferî: Heşda Şeibî şerê Pêşmerge nake

Gulan Media April 20, 2017 Nûçe
Îbrahîm Ceiferî: Heşda Şeibî şerê Pêşmerge nake
Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceiferî li ser îhtîmala şer û pevçûna di navbera Pêşmerge û Heşda Şeibî de got: “Ne niyeta Heşda Şeibî heye li dijî hêzeke iraqî şer bike, ne jî niyeta Pêşmerge heye.”

Îbrahîm Ceiferî li ser hebûna leşkerên Tirkiyê ya li Başîkê jî got: “Me hêj ji Tirkiyê sozeke li cih wernegirtiye. Her dem soza wan diguhere. Lê heta niha me gotineke ‘emê ti car venekişin’ jî nebihistiye.”

Ceiferî destnîşan kir: “Heqê kurdan heye ku li Kerkûkê mafên xwe diyar bikin, lê gelo hemû pêkhateyên Kerkûkê biryar dane ku ew bajar ê kurdan e? Na. Bêyî ku rêkevtin were kirin, bi ser xelkê Kerkûkê de sepandina hin tiştan xelet e.”

Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceiferî di derbarê rojevê de bersiva pirsên Rûdawê da.

Li firokexaneyê, gava hûn ji firokeyê daketin, we got hewa germ e. Gelo hûn ji bo atmosfera siyasetê jî, heman tiştî difikirin?

Birastî nirxandina îro, hinekî dijwar e. Bi milyonan ereb, kurd, sunî, şîe û mesîhî ji cih û warên xwe aware bûne. Hemd ji Xwedê re beşek ji wan vegeriyan mala xwe. Em hewl didin ku Iraqeke bihêz ava bikin. Lê di vê serdemê de ev jî ne bes e.

Ji bo ku daxwazên xelkê Iraqê werin bicihanîn, divê gavên mezintir werin avêtin. Divê em siberojeke ronî ava bikin. Niha Iraq di asta navdewletî de, li ser mijara têkoşîna li dijî terorê pêşengiya hemû cîhanê birêve dibe.

Tiştê giring ew e ku artêş, Heşda Şeibî, Pêşmerge û şervanên eşîran hewl bidin ku li Iraqê terorê ji holê rakin. Em îdia nakin ku pirsgirêk tine. Lê helwesta siyasî ya li Iraqê, hemû aliyan kire yek. Ev jî mifteya rastîn a serkeftinê ye.

Di serdana Amerîkayê de we bi Serokê Amerîkayê Donald Trump hevdîtin pêk anî. Siyaseta Trump li gor we çawa ye?

Weke her car, piştî ku ji bo Amerîkayê serokekî nû tê hilbijartin, bi Serokwezîrê Iraqê re hevdîtin tê pêkanîn. Li ser vê bingehê, Trump bi awayekî fermî Heyder Ebadî vexwend. Amerîka dewleteke ku hatiye damezrandin e. Her çi qas du partiyên siyasî hebin jî, destûra wî welatî, kongre û saziyên fermî welatê xwe birêve dibin.

Ango siyaseta Amerîkayê ya li hember Iraqê, dê neguhere?

Ez nabêjim dê neguhere. Her dem ji bo nermbûna pêwendiyan derfet heye, lê ev tekez nîne.

Ev guherîn, dê çi bîne ber Iraqê?

Pêkanîna pêwediya navbera Iraq û Amerîkayê hatibû astengkirin. Lê me bi rêyên yasayî, da nîşandan ku Iraq ne welatê terorê ye, berevajî bûye qurbaniya terorê û li dijî terorê jî serkevtî ye.

Êdî bi çavên terorê li Iraqê mêze nakin. Li ber Iraqê gelek derfet hene. Iraq niha berê xwe daye hemû cîhanê. Helwesta siyasî ya Iraqê, li qada siyasî ya navdewletî de tê guhdarîkirin.

Piştî ku Trump bû serok, gelo ji bo we, parastina hevsengiya navbera Îran û Amerîkayê, ne dijwar e?

Iraq pêwendiyên xwe yên bi cîhanê re, bi felsefeya dîplomasiyê dimeşîne. Li gor bingeha du alî tevdigere. Iraq û Îran, Iraq û Tirkiye, Iraq, Kuweyt, Erebistana Siûdî û Urdin bi awayekî dualî hereket dike. Ango bi awayekî ku bandora xwe li ser yekî din nehêle, em pêwendiyên xwe pêk tînin.

Ev ji bo civakên Ewropa û Amerîkayê jî bi heman şêweyî ye. Rêkevtina ku me bi hev re girê dide heye. Me di hevdîtinê de rêkevtinê anî bîra wan. Ango me li ser çandinî, siyaset û di serî de jî ewlehiyê axivî.

Gelo niha Amerîka li gor rêkevtina ku we qal kir, bi we re tevdigere?

Wan ji nû ve diyar kir ku girêdayî rêkevtinê ne. Birêz Trump bi awayekî aşkere deştnîşan kir, ku piştgiriya wan a ji bo Iraqê dê zêde bibe û berdewam be.

Di hevdîtinê de li ser Heşda Şeibî hin daxwaz hebûn. Gelo ji we çi xwestin?

Min bi xwe nedît Trump rasterast qala Heşda Şeibî kir. Em weke Iraqê, artêş, polîs û pêşmergeyên me hene û herwiha Heşda Şeibî û hêzên me yên eşîrî jî hene. Ev hêz piştî gefan derketin holê. Me ji ezmûnên wan sûd wergirt.

Artêş di rewşên awarte de nikare her tiştî bike. Ji ber vê yekê mirov dikare ji welatên cîran û hevpeyman piştgirî bixwaze, li hindur jî hêzên alîkar werin pêkanîn. Ez hêvî dikim ku rojek pirsgirêka ewlehiyê ji holê rabe. Wê gavê jî em dê bi awayekî din Heşda Şeibî binirxînin.

Kurd di metirsiyê de ne ku di navbera Pêşmerge û Heşda Şeibî de şer derkeve. Gelo hûn jî li ser vê mijarê di metirsiyê de ne?

Li gor min bingeha vê metirsiyê tine ye. Ne niyeta Heşda Şeibî heye ku li dijî hêzeke Iraqê şer bike, ne jî niyata Pêşmerge heye. Xwîna Pêşmerge û Heşda Şeibî li heman bereyan, ji bo parastina xak û rûmeta Iraqê rijiyan û ketin nav hev. Ev dide nîşandan ku ji aliyê siyasî ve ramanek heye.

Heşda Şeibî bi fetwaya Sîstanî hate damezrandin. Eger di navbera Heşda Şeibî û Pêşmerge de şer û pevçûn derkeve, gelo hûn dê ji Sîstanî daxwaz bikin ku fetwayekê belav bike û bibêje rijandina xwîna kurdan heram e?

Çima li ser tiştekî ku nebûye em pêşbînî bikin. Ev hêz (Pêşmerge û Heşda Şeibî) dema ku serweriya Iraqê li hember xetereyê rû bi rû bimîne, dest bi tevgerê dikin. Seyîd Sîstanî, gava navbera pêkhateyên cuda bûyer derketin, çend car bi awayekî biaqilane helwest nîşan da û yekser ferman da, ku nakokiyan ji holê rakin.

Çawa pêwendiyên we yên bi Erebistana Siûdî asayî bû? Gelo ji bo asayîbûna pêwendiyên Îran û Erebistana Siûdî jî ev dê rolekê bilîze?

Di navbera Îran û Siûdî ku her du jî cîranên Iraqê ne, alozî heye û rewşa xirab ên ewlehiya wan, bandora xwe li ser Iraqê nîşan dide. Herwiha berevajî vê jî dibe. Em hewl didin ku herdû aliyan nêzîkî hev bikin. Pêkanîna hevsengiya herdû aliyan, ji bo Iraqê erênî ye. Herwiha pêwendiya van her du welatan ku derkeve asteke baş, ji bo berjewendiya Iraqê ye.

Lê belê pêwendiyên we yên bi Tirkiyê re hêj sar e. Ji bo asayîkirina wan pêwendiyên li gel Tirkiyê hûn çi dikin?

Pêwendiyên me yên li gel Tirkiyê berdewam e. Me biryara rawestandina pêwendiyan nedaye. Ev rastiyek e; Hêzên Tirkiyê li Başîk e û em vê red dikin. Lê ev nayê wateya qutkirina pêwendiyan. Em dixwazin yekparçebûna xaka me were parastin û kontrola wê jî bi tevahî di destê me de be.

Gelo Tirkiye soz da, ku dê hêza xwe vekişîne?

Heta niha, me ji Tirkiyê sozeke tekez wernegirtiye. Her dem rengê soza wan diguhere. Lê me qet gotineke bi wêrekî ku bibêjin “emê ti car dernekevin” nebihîstiye. Her carê tiştekî cuda dibêjin. Weke mînak, digotin gava Iraq aram be, yan jî DAIŞ ji holê rabe, em dê vekişin.

Herî dawî jî gotin, piştî ku parêzgehên Enbar, Mûsil û Selahedîn werin rizgarkirin, ewê derkevin. Lê em ti car qebûl nakin ku bi awayekî berdewam li vir bimînin. Çimku ti welat tine ye tevî ku sînorê wê hatibe derbaskirin, pêwendiyên wan bi asayî berdewam be.

Tê gotin, dema ku hûn serokwezîrê Iraqê bûn, bi hinceta ku hûn destûra Iraqê binpê dikin û herwiha ji ber kurdan ji erka xwe hûn hatine dûrxistin. Gelo ev rast e?

Ez li ser cîbicîkirina destûrê rijd bûm. Hemû cîhan li bendê bûn ku hilbijartin 67 meh werin paşxistin, lê min ev red kir. Di sala 2005an de beriya ku biryar here ba serokomar, min ew pesend kir û şand Encumena Nûneran. Di sala 2005an de hilbijartin li pey hev pêk hatin. Ji aliyê serokomariyê ve zext li min hate kirin.

Piştre em hatin ser mijara benda 140emîn û Kerkûkê. Di serdema min de ji bo ku ew herêmên navborî pêş bikevin, 200 milyon dolar hate veqetandin. Dûvre ji bo ku rewş asayî bibe, me hewl da. Piştî wê jî dê serjimêr hatiba pêkanîn.

Li gor destûra Iraqê, divê serjimêr di sala 2007an de bihata pêkanîn. Ez di salên 2005 û 2006an de serokwezîr bûm. Lê wan çaxan hin alî zext dikir ku bila serjimêr were lidarxistin. Min jî ev red kiribû û min gotibû divê di dawiya 2006an de were kirin.

Di sala 2006an de we ji endamên polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) re gotiye, ku wezîrên wan qala benda 140emîn nekirine…

Na, na, na. Tevî YNKê û polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wezîrên kurd, ji benda 140emîn qet venegeriyan. Berevajî, wan digot “eger em li cihê Ceiferî bûna, me dê nikaribûna vêya pêk bînin.” Wan dixwest li ser destûrê bi awayekî semîmî were xebitîn.

Digotin divê serjimêr di dawiya sala 2007an de were pêkanîn. Lewma divê kurd, ji siyasetmedarên wê demê ku ji bo armanceke hewl didan, şanaz bibin.

Hûn li ser bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê çi dibêjin?

Kerkûk, Iraqa piçûk e. Ew weke baqê kulîkan e ku hemû reng têde hene. Min di serdema xwe de xwestibû ku ciyawaziya Kerkûkê bila hebe. Em nexşeya demografîk a Kerkûkê nikarin kopî bikin. Lê em tenê dikarin nexşerêyeke sîyasî û rêveberî ya li gor rengên wî bajarî pêk bînin. Ev ramana min e û heta niha jî min ramana xwe neguhertiye.

Lê belê kurd dibêjin ev bajar Kurdistanî ye. Li gor we, divê Ala Kurdistanê li wir hebe?

Heqê wan heye ku mafên xwe diyar bikin. Lê gelo hemû pêkhateyên wî bajarî li hev kirine ku bajarê kurdan e? Nexêr. Ma hûn dikarin tiştekî din bibêjin? Beriya rêkevtin were kirin, xelet e ku bi ser xelkê Kerkûkê hin tişt werin ferzkirin.

Çawa ku em nahêlin li Kerkûkê, kurd werin paşguhkirin, em dê destûr nedin ku aliyekî ramana xwe li ser hinekan ferz bike. Ez wisa difikirim ku ev xelet e.

We bi serkirdeyên Herêma Kurdistanê re hevdîtin pêk anîn. Gelo bi ya we, kurd di mijara referandumê de cidî ne?

Divê em vê pirsê, ji birayekî kurd bipirsin. Eger pirsa we bi vî şiklî bûna “Ebû Ehmed, tu weke birayê kurdan, vê mijarê çawa dinirxînî? Pêşniyarên te çi ne?” minê jî weke dostekî qedîm ê kurdan, wiha gotibana:

Beriya ku ev gav were avêtin, divê pir bifikirin. Gelo rewşa kurdan a niha, weke dîktatorên ku li pey hev hatin e? Paşguhkirin, Helebçe, Enfal, qedexeya tevlibûna artêşê û saziyên hikûmetê. Gelo niha ev hene? Na.

Serokomarê yekem ê Iraqê Birêz Celal Talebanî bû. Niha serokomarê duyem Fuad Mesûm e û ew jî kurd e. Iraqa niha, ji ya berê gelek cuda ye. Wezaretên giring bo kurdan hate dayîn û bi vî awayî beşdarî rêveberiya Iraqê bûn. Li Kurdistanê parlemento û hikûmeta wan a navxweyî heye. Birayên min ên kurd, derfeta herî giring ev e; camêriya xwe nîşan bidin û piştgirî bidin vê pêvajoya siyasî ya Iraqê. Tevî pêkhateyên din, bi ereb, sunî û şîeyan li ser rêya xwe bimeşin.

Gelo rast e ku Bexda ji kurdan re gotiye “Herin Tirkiyê razî bikin, emê jî razî bibin”?

Bawer bikin ez nizanim. Di vê mijarê de ti agahiya min tine ye. Min tiştekî bi vî rengî nebihîstiye.

Rudaw
Top