• Sunday, 22 February 2026
logo

Wezîrê Derve yê Almanya şevêdin gihîşt Kurdistanê

Gulan Media April 20, 2017 Nûçe
Wezîrê Derve yê Almanya şevêdin gihîşt Kurdistanê
Wezîrê Derve yê Almanya Sigmar Gabriel bi rêya balefirxaneya Hewlêr a Navnetewî bi seredanekê giheşte Herêma Kurdistanê û biriyare li gel Serokê Herêmê Mesûd Barzanî re bicive.

Berî demekê Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel bi rêya balefirxaneya Hewlêr a Navnetewî bi seredanekê giheşte Herêma Kurdistanê û ji aliyê Serokwezîrên Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hejmareke berpirsên bilind pêşwazî lê hate kirin.

Biriya Sigmar Gabriel li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive, herwiha, tê çaverêkirin ku, Wezîrê Derve yê Almanya di çarçoveya serdana xwe de dê serdana pisporên leşkerî yên welatê xwe bike yên xwe meşiq û rahênanê bi Hêzên Pêşmerge dikin bike.

Almaya yek ji welatên Hevpeymaniya Navnetewî li dijî DAIŞê û di wê çarçoveyê de alîkariya serbazî bo Hêzên Pêşmerge bê ku, li Iraqê vegere şandine Herêma Kurdistanê.

Basnews
Top