Berpirseka Gorran: Rêkeftina Gorran û YNKê hilweşiyaye!
Endama odeya parlamentoyê û hikûmetê di nav Tevgera Gorran Peyam Ehmed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Eger rêkeftina Gorran û YNKê bikeve warê bicîhanînê, ji hemû kurdan re başe, ne tenê bo YNKê û Gorran, lê bi vê dest giraniyê ve naçe pêş, an divê gohertin tê de pêkbên, an jî ji naha ve tişta ku heyî hilweşiyaye, eger gohertin jî tê de bên kirin, divê em vegerin wê rewşa ku tê xwastin.’’
Herwaha got: ‘’Gorran wekî ku mafê wê ye, jê kêmtir daynê. Ji ber vê çareseriya herî baş ew e, civata giştî û niştimanî ya Gorran biryar bide.’’
Endama odeya parlamento û hikûmetê ya Tevgera Gorran ji BasNewsê re got: ‘’Em hesabê têkçûn û hilweşandina rêkeftinê dikin, me ti sûdek ji vê rêkeftinê nedîtiye.’’
Herwaha got: ‘’Newşîrwan Mistefa li rewşa rêkeftinê nîgerane, ji ber wek pêwîst nehate pêkanîn, hêviya me ew bû rêkeftin bê bicîhanîn, lê mixabin wisa nebû’’
Basnews
