Kanada: Me hêzeke esmanî şandiye herêma Kurdistanê!
Hikûmeta Kanadayê ragihand ku hejmarek leşkerên xwe şandine Herêma Kurdistanê ku Hêzên Pêşmerge ji bo şerê li dijî DAIŞê perwerde bikin.
Wezareta Parastinê ya Kanadayê duh ragihand di çarçoveya pabendiyên wan ên hevpeyamana navdewletî ya li dijî DAIŞê de, wan 60 leşekrên hêzên esmanî yê qiraliyeta Kanadayê şandine Herêma Kurdistanê.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, 60 endamên reva helîkopterên taktîkî yên 408ê ji bajarê Edmontonê çûne Herêma Kurdistanê û biryar e ku ew hêz li baregeke leşkerî li nêzîkî Hewlêrê bi cih bibin.
Basnews
