• Sunday, 22 February 2026
logo

YE: Di be gotûbêjên li gel Tirkiyê rawestin!

Gulan Media April 18, 2017 Nûçe
YE: Di be gotûbêjên li gel Tirkiyê rawestin!
Raportora Yekîtiya Ewropa (YE) ya bo Tirkiyê Katî Pîrî da xuyakirin, Tirkiye bi vê encamê ji Yekîtiya Ewropayê qut bûye û bo hemû demokratan rojeke xemgîn e.

Katî Pîrî bi daxuyaniyek nivîskî aşkera kir, eger ku guhertinên destûrê wek hatine pejirandin cîbicî bibin, gotûbêjên beşdarîkirina Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropa dê bên rawestandin.

Her wiha got, helwesta hikûmeta Tirkiyê welatiyên wî welatî li dijî hev kirin û zerer daye aboriyê, nîvê Tirkiyê "Na" gotiye û eger hilbijartineke dadwerane bûya dê encam cuda bana. Herwiha ew li benda raporta Rêxistina Hevkarî û Ewlekarî ya Ewropayê ne.

Pîrî got, diyar dibe ku bi mîlyonan xelkê Tirkiyê dixwaze bi nirxên Ewropayê re bijî û divê Yekîtiya Ewropa deriyê bo wan danexe.

Duh dengdayîna li ser guhartina 18 xalên destûra Tirkiyê birêve çû û li gor wê referandûmê, Tirkiyê bi rêjeya ji sedî 51.18 ji dengan ji sîstema parlemeteriyê derbasî sîstema serokatiyê bû.

Basnews
Top