Hikûmet civiya û çend biryarên giring dan
Di destpêka civînê de, beşdarên civînê ji bo rêzgirtin li bîranîna şehîdên kîmiyabarana Şêxwesanan û Balîsan ku di dawiyê salên heştiyan de ji aliyê rijêma Basê ve kêmiyabarnkiribûn, yek deqîqe rawestan.
Civta wezîran, di çarçoveya nexşerêya çaksazî û nûkirina wezareta darayî û sektora giştiya darayîyê de, biryara damezrandina rêveberiyek taybet bi navê (Rêveberiya rêvebirina qerzên giştî û pabendên darayî yên herêma Kurdistanê) pesind kir. Ev rêveberiye dê qerzên giştiyên li ba hikûmetê hene û ew qerzên hikûmetê li ba xelk û aliyên din hene bişopîne û rêxistinî bike û pilana wergrtin û dana wan qerzan amade bike.
Civînê, yasaya jimara 12 a sala 2012ê ku taybete bi tapokirina vahiyên akinciyên gundên dikevin ser tixûbê nexşeya pesindkiriya bajaran, pesind kir û çend rênîşander ji bona bicîkirina wê qanûnê destnîşan kirin.
Ebdulrehman Ebdulrehîm wezîrê herêmê ji bo karûbarên parastina jîngehê, li dor rewşa jîngehê û çalakiyên Desteya parastin û çakirina jîngehê ji bona pîrozkirina roja parastina jîngehê raporek pêşkeşî civînê kir. Di wê raporê de behsa pisgirêkên jîngehê û çewaniya rûbirûbûn û çareserkirina wan pirsgirêkan hatibû kirin. Civînê biryar da komîteyek ji wezaretên peywendîdar ji bona şopandina wê raporê û bicîkirina naveroka wê bê pêkanîn.
Serokwezîr piştevaniya xwe û civata wezîran ji bo Desteya parastin û çakirina jîngehê diyar kir û got ku giringe jîngeparêzî li dibidtan bê xwendin û wezareta perwerdeyê kar li ser perwerdekirin û pêşxistina kultura jîngeparêziyê bike û welatiyan li ser giringiya jîngeparêziyê hişiyar bike.
