• Sunday, 22 February 2026
logo

ENKS careke din nivîsgehên xwe vedike

Gulan Media April 17, 2017 Nûçe
ENKS careke din nivîsgehên xwe vedike

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dixwaze ku nivîsgehên xwe li tevaya Rojavayê Kurdistanê yên ku ji aliyê hêzên Asayîşa Rojava ve hatibûn girtin, veke.
Piştî derbasbûna mehekê li ser girtina nivîsgehên ENKSê ji aliyê Asayişa Rojava ve, bi behaneya newergirtina muhletên kar, Emîndariya Giştî ya ENKSê ku di daxuyaniyekê de biryara vekirina nivîsgehên girtî dabû, tekez dike ku di nêzîktirîn dem de dê dest bi vekirina wan nivîsgehan bike û karê siyasî bi şêweyekî aştiyane berdewam bike.
Top