Çend klasîkên tirkî dê bi kurdî jî bên weşandin
Di projeya bi alîkariya Fona Nasandinê ya Serokwezîriyê va ku bi pêşîkêşiya Weşanxaneya Mavî Agacê ve wergera hin berheman hat kirin û bi zimanê ingilîzî, fransî, îspanî, rûsî, almanî, boşnakî û korekî hatin weşandin. Heta demekê wê berhemên tirkî bi wergera zimanê kurdî, flemenkî, erebî, japonî û çînî jî bên weşandin.
Di projeya tê xwestin çanda Tirkiyê bê nasandin û ji bo wêjeya tirkî balê bikşîne ji "Sefahat", "Kutadgu Bîlîg", "Seyehetname", "Mesnewî", "Dîwana Yûnis Emre" û "Nutuk"ê hin beşên berhevkirî û çîrokên bijarte yên ji "Omer Seyfeddîn", "Xoce Nesreddîn" û "Hacivat û Karagoz" hatin wergerandin.
Rêvebirê Weşana Giştî ya Koma Weşana Profîl û Mavî Agacê Munîr Ustun der heqê projeyê de diyar kir ku wergera klasîkên tirkî ewilî bi zimanê ingilîzî û almanî hat kirin û wiha pê da çû:
"Vê projeyê cara ewil di sala 2008an de dest pê kir û di civaka navneteweyî de me dît ku klasîkên tirkî pir nayên zanîn û li ser vê jî me dest bi projeyê kir. Ev proje di wan rojan de di hişê me de bi cih bûbû. Ji sala 2008an heta niha bi 7 zimanên ji ingilîzî, fransî, îspanî, rûsî, almanî, boşnakî û korekî pêk tê 64 berhemên me hatin weşandin."
Ustun destnîşan kir ku ji bo berdewamiya projeyê jî hin xebatan dikin û wiha pê da çû: "Ji bo kalsîkên me yên tirkî bi wergera kurdî, flemenkî, erebî, japonî û çînî jî bên weşandin xebatên me hene. Înşeallah di rojên pêş me de wê encam derbikevin holê."
Rudaw
