• Sunday, 22 February 2026
logo

Erdogan pîrozbayî li Yildirim û Bahçelî kir

Gulan Media April 16, 2017 Nûçe
Erdogan pîrozbayî li Yildirim û Bahçelî kir
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, telefona her yek ji Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî kir û serkevtina di referandumê de li wan pîroz kir.

Recep Tayyip Erdogan îşev bi boneya serkevtina eniya Erê di referanduma guhertina 18 madeyên destûra wî welatî de, li Binalî Yildirim û Devlet Bahçelî pîroz kir.

Erdogan di van pêwnediyên telefonî de hêvî kir, ku encamên referanduma 16ê Nîsanê ji bo gelê Tirkiyê xêr û xweşiyê bi xwe re bîne.

Îro 16ê Nîsanê, li seranserî Tirkiyê gel ji bo dengdana bo guhertina 18 madeyên destûra wî welatî çûne ser sindoqên dengdanê.

Li gorî encamên ku heta hatine ragihandine, %98,4ê sindoqan hatine vekirin û dengên têde hatine hejmartin û li gorî zanyariyên ragihandinî, % 51.32ê xelkê dengê Erê bi kar anîne û %48.68ê xelkê jî dengê Na dane.

Rêjeya beşdarbûnê di referandumê de jî, %86.3 hatiye ragihandin.

Rudaw
Top