Fermana girtina Serokê Weqfa Sûnî ya Iraqê û kurê wî hat derxistin
Li gor madeya 360 ya yasaya sizadan a Iraqê, tometa Ebduletîf El-Hemîm Serokê Weqfa Sûnyên Iraqê derbarê kamîreyên çavdêriyê yên nehênî hatiye kirin.
Herwiha çavkaniyek ji malpera Xeber Acil a Iraqî re ragehand ku, dadgehê fermana girtina Ebduletîf El-Hemîm derxistiye.Da zanîn ku, ew birya pêwendiya xwe bi wê yekê re heye dema ku, Dîwana Weqfa Sûî hetibû damezrandin Kemal Îsawî weke alîkarê Karûbarên Sûne nehatibû qebûlkirin.Herwiha heman çavkaniyê aşkere kir ku, Îsawî berî niha alîkarê Hec û Umrê bû û di proseya çaksaziyê de ji posta xwe hate dûrxistin.
Ji aliyê xwe ve Weqfa Sûnî ragehand ku, pirsgirêka Serokê Weqfa Sûnî pêwendiya xwe bi gendeliyê ve tûne ye weke ku, li hijmarek malperan de belavbûye.
Li ser wê bûyerê hejmarek ji endamên parlementoya Îraqê daxwaz ji El-Hemîm kirin ku, xwe ji kar vekşîne.
Basnews
