• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Wanê di encama teqînekê de 6 serbazên Tirkiyê hatin kuştin

Gulan Media April 17, 2017 Nûçe
Li Wanê di encama teqînekê de 6 serbazên Tirkiyê hatin kuştin
Hêzên Parastina Gel (HPG) ku, baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) ye, li bajarê Wanê bi rêya otombîlekê teqînek li nav Hêzên Asayîşa Tirkiyê pêkanî, di encam de 6 serbazên Tirkiyê hatin kuştin.

Li gor daxuyaniyekê ya navenda ragehand û çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) li ser malpera wê hatibû belav kirin, li roja 14.04.2017 demijmêr 3.15 Hêzên HPG li gundê Karçîtî li navçeya Şaxê ya parêzgeha Wanê li Kurdistana bakur operasyonek li dijî Hêzên Asayîşa Tirkiyê encam dan.

Navenda ragehand û çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel(HPG) di heman daxuyaniyê de aşkere kirk u, di encam de 6 serbazên Tirkiyê hatin kuştin.

Basnews
Top