• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Amedê di dema dengdanê de pevçûn: 2 kesan jiyana xwe winda kir!

Gulan Media April 15, 2017 Nûçe
Li Amedê di dema dengdanê de pevçûn: 2 kesan jiyana xwe winda kir!
Li Amedê li hewşa dibistaneke dengdanê pevçûn çêbû. Hat ragihandin ku di encama pevçûnê de 2 kesan jiyana xwe dest da.

Li gor zanyariyan pevçûn di navbera endamên heman malbatê de rû da ye.

Bûyer li gundê Yabanardi yê girêdayî navçeya Çermûkê ku 30 kîlometre dûrî navenda Amedê ye pêk hat.

Li hewşa dibistanê piştî dengdanê di navbera du gruban de pevçûneke çekdarî rû da û di bûyerê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da, kesek jî birîndar bû.

Lêkolînên polîsan ên li ser bûyerê berdewam dikin. Li ser sedemên bûyerê heta niha ti agahî nehatin belavkirin.

Basnews
Top