Peyama Serok Barzanî ya ji bo cejna Qiyameya Hezretî Mesih (SXL)
Ji bo hatina cejna Qiyameya Hezretî Mesîh (Silavên Xwedê li ser bê), pîrozbahiyekî germ pêşkêşî hemû xuşk û birayên Mesîhiyên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim. Hêvîdarim hemû cejnên wan li xweşî û şadî û kameraniyê da bigêrin.
Cejin û helkeftên oliyên pêkhatên oliyên Kurdistanê tekezkirine li peyama aştî û pêkvejiyan û birayetiyê. Cihê şanaziyê ye li welatê me çanda pêkvejiyan û azadiyê rayeke xwe ya dîrokî heye û Kurdistan li asta cîhanê da mînakeke geşe û erkê ser milê me hemû aliyeke wê çandê pêşbixîn û biparêzîn.
Spas ji bo xwedayê mezin terorîst li ser destê Pêşmergeyên qehreman hatin têkşikandin û teror nekarî birayetî û yekrêziya di navbera pêkhatan têkbide. Hêvî dikim bi zûtirîn dem xuşk û birayên me yên Mesîhî ku mal û warê xwe bi cîh hiştine bi serbilindî vegerin navçeyên xwe û dest bi jiyanekî nû û bextewer bikin.
Li vê helkefta pîroz da bi xuşk û birayên me yên Mesîhiyan radigihînim ku em hemû li yek welat da dijîn û me çarenivîsekî hevbeş heye û hûn jî beşekî azîzê gelê Kurdistanê ne û beşdar dibin li diyarkirina çarenivîs û piyadekirina mafên rewayên gelê Kurdistanê.
Bimînin bi xêr û xweşiyê da û hêviya aştî û bexteweriyê ji bo hemû aliyek dixwazim.
Mesûd Barzanî
15.04.2017
