• Sunday, 22 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyeyê 70 gundên kurdan rûxandin

Gulan Media April 15, 2017 Nûçe
Artêşa Tirkiyeyê 70 gundên kurdan rûxandin
Fermandarê Giştî yê Hêzên Şoreşger Hac Ehmed îdia kir ku Artêşa Tirkiyeyê 70 gundên Kurdan rûxandine û welatiyên sivîl jê dane koçkirin û komên alîgirên xwe li wan deran dane bicihkirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Şoreşger ên herêmên Şahbayê Hac Ehmed anî ziman ku êrîşên hêzên artêşa Tirkyeyê yên li ser herêmên Şahbayê didomin û got armanca vê yekê jî astengkirina yekîtiya gelê Bakurê Sûriyê û guhertina demogrefiya herêmê ye.
Di warê guhertina demografiyê de Hac Ehmed îdia kir ku artêşa Tirkiyeyê 70 gundên kurdan hilweşandine û ev tişt gotin: "Dewleta Tirk herêmên Qebasîn, Raî, Cerablus û gundên Ezazê dagir kirin, şêniyên wan bi hincetên cûda jê dane koçkirin û komên alîkarên dewleta Tirk lê dane bicihkirin. Tirkiye dixwaze pêkhateyên wan herêman, bi taybetî jî gelê Kurd qir bike.″
Top