• Sunday, 22 February 2026
logo

Yekemîn festîvala serxwebûnê dest pê kir

Gulan Media April 14, 2017 Nûçe
Yekemîn festîvala serxwebûnê dest pê kir
Duh li nahyeya Şemamikê ya ser bi Mexmûrê, şênî û welatî festîval û karnavaleke bo referandoma serxwebûna Kurdistanê li dar xistin.
Di festîvalê de hemwelatiyên nahyeya Şemamikê bi hemû pêkhateyên olî û netewên cuda ve piştevaniya xwe bo pêkanîna referandoma serxwebûna Kurdistanê nîşandan.
Berî niha Sekreterê Polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî ragehandibû ku îsal referandoma başûrê Kurdistanê ya serxwebûna Kurdistanê dê were kirin.
Piştî ku îradeya sisyasî ev biryar da, îradeya sivîl jî ji bo kêfxweşiya vê biryarê û piştevaniya wê dest bi amadekariyên şahiyan kirin.
Top