Hatina pêkhateyên cuda li nav Hêzên Pêşmerge palpiştiyeke ji referandomê re
Endamê Komîteya Navxwe û Asayîş û Encûmena xwecihî ya Parlamentoya Kurdistanê Awaz Hemîd ji BasNewsê re ragehand ku, hatina pêkhateyên cuda di nav rêzên pêşmergeyên Kurdistanê nîşana wê yekê dide ku, baweriya wan pêkhateyan bi Hêzên Pêşmerge hene ku, ew pêşmerge dikarin wan biparêzin.
Wî berpirsî aşkere kir ku, hatina wan pêkhateyan palpiştiyeke sereke dide ku, bi hev re biryarekê dirûst li ser encamdana referandomê bidin.
Basnews
