Hijmara awareyên Mûsil û çend deverên din jî 500 hezaran derbas bû
Wezareta koç û koçberan di beyanekê da eşkere kir; hijmara awareyên parêzgeha Neynewa, deverdarîya Hewêce li Kerkûkê û Şergat li Selahedîn, gihiştine 526 hezar û 281 kesan.
Li gor daxuyaniya han ji wê hijmarê çarsed û şêst û heft hezar û dused û deh kes, yên parêzgeha Neynewa ne, nêzîkî çil hezaran jî yên Hewêce û zêdetir ji hivde hezarên din yên Şergatê ne.
Wezareta koç û koçberan amaje kiriye, di encama şer û pevçûnên berdewam li aliyê rastê yê Mûsilê, awarebûna welatîyên sivîl berdewa me.
