• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derveyê Iraqê kir

Gulan Media April 14, 2017 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derveyê Iraqê kir
Roja pênçşem 13.04.2017 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Îbrahîm Ce'ferî Wezîrê Derve û serkirdeyê bilindê Hevpeymaniya Niştîmaniya Iraqê kir.

Li hevdîtinê de balkişand li ser hevxebata her dû aliyan ya li dijî rejîma Be'es li salên derbasbûyî de kir û her wiha ronahî xiste li ser wê hemahengiya serbazî û emniya ku li navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê da li şerê dijî terorîstên Da'îş de hebûye. Heman demî de destxweşiyê li serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Artêşa Iraqê kirin.

Her li vê hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya navçeyê û Iraqê xistin ber behs û pêşveçûnên siyasiyên Herêma Kurdistanê jî mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
Top