ROJAVA – Şervan hatine bombebarankirin: 18 kuştî
Operasyona HSDê ya ji bo dorpêçkirina bajarê Reqayê û kontrolkirina bajarokê Tebqa li rojavayê Reqayê berdewam e.
Çavkaniyekî ji Rojavayê Kurdistanê ve ji Rûdawê re ragihand, di berdewamiya operasyona ji bo kontrolkirina Tebqayê de, şervanên HSDê li nêzîkî vî bajarokê stratejîk ketine ber bombebarana firokeyên şer ên hevpeymanan.
Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagonê) jî ew agahî piştrats kir û ragihand: “Du roj berî niha di encama bombebaraneke şaş a firokeyên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de li Tebqayê, 18 şervanên ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk hatin kuştin.”
Rudaw
