• Sunday, 22 February 2026
logo

Partiyên Rojhilatî li ser wê pilana Malikî bi Barzanî re dicivin

Gulan Media April 13, 2017 Nûçe
Partiyên Rojhilatî li ser wê pilana Malikî bi Barzanî re dicivin
Endamekî polîtburoya PDKa Îranê (PDKÎ) ragihand, nûnerên partiyên Rojhilatî dê li ser pilana Malikî ya derxistina partiyên Rojhilatî ji Başûrê Kurdistanê hevdîtin bikin.

Endamê polîtburoya PDKÎ Mihemed Nezîf Qadirî ji BasNewsê re axivî û got, tevahiya partî û hêzên Rojhilatî yên li Başûr, li ser wê pilana Dewleta Qanûnê ya Iraqê (şîe) bo derxistina “hêzên biyanî” ji Iraq û Kurdistanê, civiyan.

Mihemed Nezîf Qadirî da zanîn, di civîn û hevdîtinan de partî û hêzên Rojhilatî bi tundî li dijî wê pilana şîeyên Iraqê bi serokatiya Nûrî Malikî derketin û dan zanîn ku ew pilan li dijî Herêma Kurdistanê hatiye danîn.

Wî endamê polîtburoya PDKÎ ragihand ku dê encamên wan hevdîtinan bi rayedarên Herêma Kurdistanê re jî gotûbêj bikin û got, me niyet heye em bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û partiyên siyasî re li ser vê pilanê hevdîtin bikin. Ji ber ku pilan, pilana şîeyan e ku bi fermana Îranê hatiye dariştin.

Qadirî li ser wextê hevdîtina wan bi Barzanî re jî got, hîn roja hevdîtinê nehatiye destnîşankirin.

basnews
Top