• Sunday, 22 February 2026
logo

Wezîrê berevaniya Îranê: Amerîka careke din êrîş bike, dê bê bersiv nemîne!

Gulan Media April 12, 2017 Nûçe
 Wezîrê berevaniya Îranê: Amerîka careke din êrîş bike, dê bê bersiv nemîne!
Li gor nûçeyeke Ajansa fermî ya Îranê IRNA, Wezîrê berevaniyê Îranê di pêwendiyek telefonî li gel hevpostê yê Rusî Sergey Shovgu, bûyera êrîşa Amerika ser bi bînkeya leşkerî ya Suriye nirxandin.

Di vê pêwendiyê de Wezîrê berevaniyê Îranê Husên Dehkan aniye ziman ku “Ger carek din Amerika êrîşek weha bike, dê bê bersîv nemîne. Dê encamên wê yên giran hebin.”

Amerika wekî bersîvek hemberî bikaranîna çekên kimyayî di devera Idlibê de, bi 59 mûşekên Tomahawk êrîşî bînkeya leşkerî ya Şîerat li Suriye kiribû. Tehran û Moskowa du welatên, ku herî zêde rexne li vê kiryara Amerika kiribûn.

Basnews
Top