• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Wezareta Derveyê Brîtanya kir

Gulan Media April 12, 2017 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Wezareta Derveyê Brîtanya kir
Roja çarşem 12.04.2017 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda Wezareta Derveyê Brîtanya kir ku ji Tobiyas Îlwod Wezîrê Dewlet yê Karubarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa ya li Wezareta Derveyê Brîtanya û Frank Baker Balyozê Brîtanya li Iraq û çend şêwirmendeke ji Wezareta Derveyê Brîtanya pêkhatibû.

Li hevdîtinê de şanda mîhvan silavên Serok Wezîra Brîtanya bi Serok Barzanî gihand her wiha ronahî xistin li ser biryar û raspardeyên Lîjneya Asayîşa Brîtanya ku tekez li ser helwestên li ser rewşa Iraq û piştevanîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirin ku wekî hêzekî bi bandor li rûbirûbûna terorê de heye. Her wiha şanda mîhvan pêzanînên xwe ji bo qurbanîdan û qehremaniya Pêşmerge û asta hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Artêşa Iraqê ya li şerê terorîstên Da'îş û azadkirina Musilê hebû.

Li vê civînê de bi hurî gumanên her dû aliyan yên di derbarê qonaxa piştî azadkirina Musilê xistin ber behs û guftûgoyan û eve jî dûpat kir ku li qonaxa piştî azadkirina Musilê pêwîste birêvebirin û parastina wî bajarî rengvedanên daxwaza xelk û pêkhatên neteweyî û olî yên parêzgeha Nînowa bê. Her wiha li vê qonaxê da hemahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexda û civaka navdewletî û nîştecihên parêzgeha Nînowa hebê û di derbarê vê babetê de pêşniyar û çareserî hatin nirxandin.

Top