Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Rex Tillerson giheşte Rûsyayê
Îro, Sêşemê 11.04.2017 Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Rex Tillerson, piştî bi dawî hatina civîna G7 bi serdaneke fermî giheşte Rûsyayê, biryare ligel rayedar û berpirsê wî welatî re bicive û babeta sereke ya civînên her du aliyan ne.
Rûsya berî niha Rûsya êrîşa Amerîka li ser firokxaneya Şiêrat a Sûriyê şermezar kir bû, ew êrîş jî weke karvedanekê derbarê bikaranîna çekên kîmyawî li ser gundê Xanşêxûn bû.herwiha Wezareta Dereve ya Rûsyayê kiribû ku, lêkolîn derbarê bûyera gundê Xanşêxûn were kirin.
Li gor medyaya Rûsyayê rewşa Lîbiya, Yemen, herwiha Afxanistanê jî wê babetên danûstandina Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ligel berpirsên Rûsyayê ne.
Basnews
