• Sunday, 22 February 2026
logo

Hêzên Îraqê: Ji sedî 6.8 ya axa Îraqê di destê Daişê de maye

Gulan Media April 12, 2017 Nûçe
Hêzên Îraqê: Ji sedî 6.8 ya axa Îraqê di destê Daişê de maye
Li gorî supayê Îraqê, Daişê piranîya deverên dibin kontrola xwe ji dest dane û niha nêzîkî 30 hezar kîlometran dibin kontrolê da maye.

Yehya Resûl peyvdarê supayê Îraqê di prêskonferansekê da dîyar kir: hêzên Îraqê pêşveçûnên baş di operasyonên xwe yên li dijî terorîstên Daişê da kirine û piranîya deverên dibin kontrola wê rizgar kirine û niha tenê 29 hezar kîlometiran ku dibe 6.8%ê ya axa Îraqê dibin kontrola wê rêxistina terorîstî maye.

Ji alîyê xwe ve Con Doryan, peyvdarê hevpeymanîya Navdewletî li Îraqê jî got: rêxistina terorîstî ya Daişê taktîka xwe ya şerî li rojavayê Mûsilê guhertîye û nîşangirên xwe di nava welatîyên sivîl da belav kirine, lewra operasyona rizgarkirina wî alî bo hevpeymanan û hêzên Îraqê zehmet bûye.

War.tv
Top