Komisyona Bilind a Hilibijartinan: Heta niha roja encamdana referandomê nehatiye diyar kirin
Endamê Encûmena Komisyona Bilind a Hilbijartinan Dr.Cotyar Adil ji BasNewsê re ragehand ku, ew kesên dibêjin, rojek bo encamdana referandomê hatiye destnîşan kirin dûrin ji rastiye, ji ber ku, heta niha ti rojek bo encamdana referandomê ne hatiye diyarkirin.
Herwiha amaje bi wê yekê kir ku, diyarkirina rojekê bo encamdana referandomê pêwîstiya xwe bi biryareke siyasî heye, piştî wê daxwaz ji Komisyonê tê kinin ku, rojekê diyar bike.herwiha da zanîn ku, dema biryar li ser encamdana referandomê were standin wê demê Komisyon amade ye rojekê diyar bike.
Basnews
