• Sunday, 22 February 2026
logo

AMED - Li avahiya rêveberiya polîsan teqîn pêk hat

Gulan Media April 11, 2017 Nûçe
AMED - Li avahiya rêveberiya polîsan teqîn pêk hat
Li navçeya Rezan a Amedê li ser cadeya Emekê seat 10.45ê li avahiya temîratê ya hêzên çevîk a Rêveberiya Ewlekariya Bajêr di dema temîrkirina panzêrê da teqîn çêbû, li gor agahiyên ewil 5 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên destpêkê li avahiya temîratê ya hêzên çevîk a Rêveberiya Ewlekariya Bajêr a li Baxlarê di dema temîrkirina panzêrê da ji ber sedemeke ku hê jî nayê zanîn teqîn çêbû.

Bi bandora teqînê gelek avahiyên derdorê zirar dîtin û gelek ambulans ber bi cihê teqînê ve çûne. Bi şideta teqînê aliyekî avahiya polîsan hilweşiya û di avahî û wesayitên li der û dorê de zirar çêbû.

Herwiha li gorî ajansa Reutersê di encama teqînê de herî kêm 5 kes birîndar bûne.

Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyê. Piştî ambulansan birindar rakirin nexweşxaneyê bi sedan polîsan jî tedbîr girtin. Liv û tevgera ambulansan didome.

Polîsan li cihê bûyerê tedbîrên ewlehiyê girtine.

Agahiyên zêdetir tên…

Rudaw
Top