• Sunday, 22 February 2026
logo

KURDISTAN – Partiyên mesîhiya piştgiriyê didin referandumê

Gulan Media April 11, 2017 Nûçe
KURDISTAN – Partiyên mesîhiya piştgiriyê didin referandumê
Şanda hevbeş a PDKê û YNKê ji bo gotûbêjkirina referanduma serxwebûna Kurdistanê, roja yekşemiyê li gel partî û aliyên Mesîhî yên Herêma Kurdistanê re civiyan û hat ragihandin, ku aliyên Mesîhî piştgirî didin birêveçûna referanduma li Herêma Kurdistanê.

Komîteya hevbeş a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji bo wergirtina nêrîn û zanîna helwesta partiyên siyasî yên Kurdistanî û nûnerên pêkhateyên Herêma Kurdistanê li ser serdan û hevdîtinên xwe yên bi wan aliyan re berdewam e.

Şanda hevbeş a PDKê û YNKê roja yekşemiyê piştî hevdîtina bi nşnerên 11 partî û rêxistinên tirkmenî yên Herêma Kurdistanê re, bi partî û aliyên krîstiyanên Kurdistanê re jî civiya.

Di dawiya civînê de, konfranseke rojnamevanî hat lidarxistin û tê de hat ragihandin, ku aliyên Mesîhî weke prenspî piştgiriya sazkirina referanduma serxwebûna Kurdistanê dikin.

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Bêyt Nehrêyn, Romiyo Hekarî ragihand, ku ew piştgiriyê didin encamdana referanduma li Herêma Kurdistanê û tekez kir, ku ew dê di çend rojên dahatî de bersiva daxwaziyên şanda hevbeş a YNKê û PDKê bidin.

Endamê Polîtboruya PDKê û endamê şanda hevbeş a PDKê û YNKê, Roj Nûrî Şawêys di konfransa rojnamevaniya piştî civînê de amaje bi helwesta partiyên mesîhî li ser referanduma serxwebûna Kurdistanê kir û da xuyakirin: “Ew bi prensîpa referandumê û mafê diyarkirina çarenivîsê milletan re ne. Ew agahdarê rewşa deverê jî ne, di heman demê de weke pêkhateyeke li Başûrê Kurdistanê jî em hêvîdar in ku maf û rewşa wan ber bi baştirbûnê ve biçe”.

Roj Nûrî Şawêys destnîşan kir: “Me daxwaz ji wan kir, ku di navbera xwe de rûnin û vê mijarê gengeşe bikin û nêrîna xwe ya dawiyê ji me re bêjin û bi me re bêne pêş û nûnerê xwe jî di wê komêteyê bilind de hebe, ku di vê bareyê de dê were avakirin”.

Sekreterê Partiya Demokrata Bêyt Nehrêyn, Romiyo Hekarî jî ragihand: “Me biryar daye ku di wan rojan de bicivin û weke propozelekê bersiva wan bidin. Ji bilî ku her partiyekê di civînê de bersiva xwe ya taybet li ser vê mijarê hebû, lê belê hemû bersiv ber bi vê arasteyê ve bûn ku piştevaniyê li referandumê bikin”.

Berî civîna bi aliyên mesîhî re, şanda hevbeş a PDKê û YNKê bi nûnerên 11 partî û rêxistinên trikmenî re jî civiyabû.

Rudaw
Top