Serokwezîr kiyarên terorîstiyên Misirê şermezar dike
Teksta peyamê:
Em, her du êrîşên terorîstiyên doh hatine kirin bo ser du dêran li her du bajarên Tenta û Eskendiye li bakurê Misirê ku tê de hijmareke hevwelatî û karmendên asayîşê bûne qurbanî, bi dijwarî şermzar dikin û hevsozî û hevxemiya xwe digel malbat û kesûkarên qurbaniyên wê kiriyara terorîstî û gel û hikûmeta Misirê re parve dikin.
Gelê Kurdistanê gelek êş û jan li ser destê terorîstan dîtine û bi başî ji êş û janên malbatên qurbaniyan, gel û hikûmeta Misirê têdigehe û piştgirî û hevsoziya xwe bi wan re dupat dike.
Bi berdewamî dubarebûn û berfirehbûna qebareya kiryarên terorîstî li deverên cuda li cîhanê, nîşaneyeke tirsinak û lêdana zengila hişiyarkirinê ye ku divê tedbîrên berfirehtir û şaxlemtir li hemberî teror û terorîstan li hemû cîyan werbigirin û ji bona vê jî divê zêdetir civaka navdewletî hevkarî û hevahengiyê bike.
Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê herêma Kurdistanê
10.04.2017
