• Sunday, 22 February 2026
logo

Arif Ruşdî: Îhtimal heye Barzanî û Ebadî li ser pêşniyara Ebadî bicivin

Gulan Media April 10, 2017 Nûçe
Arif Ruşdî: Îhtimal heye Barzanî û Ebadî li ser pêşniyara Ebadî bicivin
Şêwirmendekî polîtburoya PDKê ragihand, tê pêşbînîkirin Serok Barzanî û serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li ser wê peyama ku Ebadî li ser referandom û alaya Kurdistanê dabû şanda Kurdistanê, hevdîtin bikin.

Şanda hevbeş ya YNK û PDKê roja 5 vê mehê çûbû Bexdayê û li ser referandomê bi serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re hevdîtin kiribû.

Sekreterê polîtburoya PDKê û endaê şanda hevbeş Fazil Mîranî piştî hevdîtinê gotibû, Ebadî pêşniyar û peyamek ji Barzanî re şandiye. Lê Mîranî naveroka peyamê eşkere nekiribû.

Li ser wê pêşniyarê, şêwirmendê polîtburoya PDKê Arif Ruşdî ji BasNewsê re got, wisa xuya dike ku peyama Ebadî li ser referandom û bilindkirina alaya Kurdistanê li Kerkûkê be.

Arif Ruşdî her wiha got, ji ber wê jî tê pêşbînîkirin ku Serok Barzanî û Ebadî li ser wê pêşniyarê bicivin.

Basnews
Top