• Sunday, 22 February 2026
logo

Çekdarên PKKê li Şingal û Sinûnê êrişî malên welatiyan dike

Gulan Media April 10, 2017 Nûçe
Çekdarên PKKê li Şingal û Sinûnê êrişî malên welatiyan dike
Serokê encumena bajarê Şingalê dibêje, çekdarên PKKê li devera Şingalê êrişî malan dikin û keçan direvînin.

Serokê encumena Şingalê Weysî Nayîf ji BasNewsê re got, çekdarên PKKê li Şingal û Sinûnê jî mîna Rojavayê Kurdistanê, êrişî malan dikin û welatiyên êzîdî direvînin.

Weysî Nayîf her wiha got, çekdarên PKKê bi şev û bi otomobîlên bê pilak dikevin malên xelkê û keçan û xortan direvînin.

Serokê encumena Şingalê da zanîn, hefteya borî çekdarên PKKê ketibûn mala welatiyekî û li ber çavên endamên malbatê keçek revandibûn.

Basnews
Top